CîhanSereke

Ermenîstan hewaskar e ku wedê hazirîya aşîtîparêzên rûse li Qerebagê bê dirêjkirinê: ofîsa Şêwira Bêqezîyabûnê

Ermenîstan hewaskar e ku wedê hazirîya aşîtîparêzên rûse li Qerebagê bê dirêjkirinê, hetanî ku bighîjine qirara dawî, ya derheqa statûsa Qerebagê da. Bi dîyarkirina Armênprêssê, derheqa wê yekêda ajansa TASS-ê elam kirîye û daye dîyakirinê, wekî ew nformasîya ji ofîsa katibê Şêwira Ermenîstanêye Bêqezîyabûnê belav bûye.

“Mixabin, niha ji alîyê bêqezîyabûnêda hal awqasî jî qewîn nîne. Van axirîya me teribandina rêjîma agirbestê dît, rûyê çida merivekî ermenîyî sîvîl hate kuştinê û usa jî birîndar hebûn. Bo wê yekê jî faktora aşîtîparêzên rûse li Qerebagê girîng e û ewê awqas wede kardarbe, hetanî ku pirsa statûsa Qerebagê bê helkirinê”,- ji ofîsa Şêwira Ermenîstanêye Bêqezîyabûnê elam kirine.

Usa jî hatîye elamkirinê, wekî hazirîya aşîtîparêzên rûse li Qerebagê bona çareserkirina bêqezîyabûna welatîyên Qerebagê girîng e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button