Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî elam kirîye, wekî wekilandina êrîşên têrorîstî dide kifşê, wekî DAÎŞ mînanî berê qezîyayê raber dike û gefa li qewînbûn û aşîtîya li welêt duxwe.
Derheqa wê yekêda Barzanî nava elametîya xwe da, ya derheqa cangorîbûna du pêşmerga, gotîye.
Nêçîrvan Barzanî serda zêde kirîye, wekî bi piştgirîya pêşmerga, eskerê Îraqê, hêzên koalîsîyona navnetewî, gerekê xebata tevayî bê kirinê, bo ku DAÎŞ-ê tune bikin.Êvara 3O-ê cotmehê DAÎŞ-ê êrîş birîye li ser pareskerê 1O-ye li bajarê Kirkûkê. Nava encamên êrîşa têrorîstîda du pêşmerge şihîd ketine.