CîhanSereke

Raportkirên civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyê wê bi seredan bên Ermenîstanê

Raportkirên civîna  Şêwira Avropayêye parlamêntîyê Kîmo Kîlyûnên /Fînlandîya/ û Borîyana Abêrg /Swêd/ ji 3-a hetanî 5-ê mijdarê, wê bi seredan li Ermenîstanê bin. Derheqa wê yekêda civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyê elam kirîye. 

Merkeza gotûbêjkirinada ewê li ser werguhastinên nava hilbijartinada, pêwandîyên di nabera înstîtûtên konstîtûsîyonda, serbestîya sîstêma mehkemê, halê prêssayê û usa jî  dew û doza Qerebagê û encamên wêye li ser şuxulkarîya înstîûtên Ermenîstnêye dêmokratîk bisekinin.

Raportkir wê li Yêrvanê rastî endamanê komîsîyayên parlamêntîyê, serokatîya Ermenîstanê, endamên dêlêgasîya ermenîye nava Şêwira Avropayêda û serokê fraksîyayên parlamêntê bên.Hevdîtin wê usa jî tevî wekîlên  sîstêma mehkemê, civaka dîplomatîk û civaka sîvîl bêne derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button