H’emû nûçeSereke

HDP-ê di Roja Piştevanîya Cîhanê de piştgirîya xwe ya ji bo Kobanê dîyar kir

Girêdayî roja berxudana Kobanêra, Partîya Dêmokratîk, ya Gela elam kirîye, wekî serkeftina hindava çekdarên DAÎŞ-ê da, serkeftina hindava barbarîyê ye.

Serokatîya partîyayê, girêdayî vê yekêra, elametî belav kirîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî hevt sal îdî derbaz bûne, wekî ew berxudan bi serkeftin ser hevda hatîye. 133 roja li Kobanê berxudaneke gur dijî organîzeya têrorîstî diçû. DAÎŞ-ê wî çaxî êrîşên xweye li Rojhilata Navîn gur kiribûn. Dewletên herêmê dû hev re bin diketin û bajarên mezin diketine destê DAÎŞ-ê, feqet cimeta kurd bi mecalên xweye sînorkirî ser ket. Piştî serkeftina li Kobanê, bi pêşnîyara bi seda hezara meriva, roja 1-ê mijdara sala 2O14-a hate elamkirinê  çawa roja berxudana Kobanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button