Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û baylozê Bêlarûsîyayêyî li Îraqê Vîktor Rîbak qayîl bûne ku krîzeya mîgrasîyone li Bêlarûsîyayê gerekê anegorî mafê navnetewî bê helkirinê û mîgrasîya neqanûnî gerekê bê sekinandinê.
Mesrûr Barzanî baylozê Bêlorûsîayê û dêlêgasîya bi serkarîya wî li Hewlêrê qebûl kirîye.
Nava van mehên dawîda gelek mîgrantên ji Îraqê û Kurdistanê çûne Bêlarûsîyayê. Ji wir ew dicêribînin bi cûrê neqanûnî sînorê Bêlarûsîyayêra derbazî Lîtvayê, Latvîyayê û Polonîyayê bibin.
Baylozê Bêlarûsîyayê elam kirîye, ku welatê wî hazir e pêwandîyên dualîye tevî Herêma Kurdistanê bide berfirehkirinê û pêşxistinê.