SerekeSîyasî

Rûsîyayê ji 2O-î zêdetir teyarên xweye leşkerî cîguhastî Sûrîyayê kirine

Piştî gefxwerinên Tirkîyayê, Rûsîyayê dîsa 2O teyarên xweye leşkerî derbazî Sûrîyayê kirine, kîjana  wê dijî opêrasîyona tirkaye li bakûrê Sûrîyayê  û azadkirina herêmên li Îdlîbê bidine xebatê. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî çar teyarên MiG-29 derbazî Qamişloyê kirine, pênc teyarên Su-35 û 12 teyarên leşkerîye derbgîhandinê, usa jî yên ku bombebaran dikin- Su-34, cîguhasîtî li wir kirine. Xêncî wê yekê, du helîkoptêrên KA-52 derbazî wir bûne, yên ku ji Rûsîyayê hatine Sûrîyayê.

Cîguhastina awqas teyarên leşkerî şedetîya wê yekê dide, ku Rûsîya xwe bona opêrasîyona leşkerîye berfireh hazir dike.Ev yek ji alîkîva girêdayîye azadkirina Îdlîbê re û usa jî provînsîyayên li bakûr-rojavayê Sûrîyayê, lê ji alîkî mayînva jî bona pêşîgirtina eskerê tirka, yên ku têra dibînin êrîşê bibin ne tenê ser hêzên kurda, lê usa jî ser tabîyên rûsa.

Şirovekirinên fermîye derheqa vê yekêda fermandarîya Rûsîyayê nedane. Bi texmîn, teyarên Rûsîyayêye leşkerî li ser têrîtorîya Îranê û Îraqêye hewê re derbazî wir bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button