SerekeSîyasî

Li Tirkîyayê derheqa encamên hazirîya Rûsîyayêye li bakûrê Sûrîyayê eşaretî dane

Hazirîya Rûsîyayêye li bakûrê Sûrîyayê û li nehîyên li rex sînorê Tirkîyayê, zyanê dide pêwandîyên Moskvayê û Enqerê. Derheqa wê yekêda profêsorê ûnîvêrsîtêta Yildirim Beyazîtê Salih Yilmaz eşaretî daye.

Sîyasetmedar daye dîyarkirinê, wekî învêstîsyayên Rûsîyayêye li Tirkîyayê hene.Ewî gotîye, wekî heger Rûsîya alîkarîya anegor li bakûrê Sûrîyayê nede Tirkîyayê, wî çaxî encamên nêgatîv wê  bikevin nava pêwandîyên herdu welata û piştî wê yekê dikare krîze destpê bibe.

“Em zanin, wekî bazayên Rûsîyayêye leşkerî li ser sînorên Sûrîyayê û Tirkîyayê hene. Lê Tirkîya nabêje Rûsîyayê ku ew bona çi li wir bazayê çê dikin.Wî çaxî jî pirs pêşda tê, ku gelo Rûsîyayê qayîl bibe ku bazayên tirka li rex sînorê tevî Donbasê hebin?”,-Yilmaz gotîye.

Çawa ku zelal bûye, Rûsîya koma xweye avîyasîyone li Sûrîyayê dide qewatkirinê, girêdayî wê yekêra, wekî Tirkîya dikare zûtirekê opêrasîyona leşkerî destpê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button