H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan raportkirên komîsîya monîtorînga parlamênta Avropayêye alîyê pirsên Ermenîstanê qebûl kirine

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan raportkirên komîsîya monîtorînga parlamênta Avropayêye alîyê pirsên Ermenîstanê  Kîmo Kîlyûnên  û Borîyana Abêrg qebûl kirine.Armênprêssê ragîhandîye wekî Alên Sîmonyan daye dîyarkirinê, ku îsal 2O salîya endamtîya Ermenîstanêye nava Şêwira Avropayêda demam dibe. Ewî hevkarîya tevî Şêwira Avropayê û usa jî piştgirîya teşkîletêye hindava werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê bilind qîmet kirîye.Nava wê hemtêkstêda xebata raportkirên komîsîya monîtorîngê bilind hatîye qîmetkirinê.Xêncî pirsên rojeva sîyasî, usa jî pirsên derheqa bûyarên piştî şêr, dêmokrasîya li Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa pêwîstîya dasekinandina şuxulkarîya koma Mînskêda çûye. Fikir dora xebata rojnamevanaye li parlamêntê hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button