H’emû nûçeSereke

Ermenîyên Arsaxê nikarin bin kontrola Adirbêcanêda bijîn: cîgirê wezîr

Bûyarên wextê şerê Arsaxêyî ewlin û duem zelal didine kifşê,wekî ermenîyên Arsaxê nikarin bin kontrola Adirbêcanêda bijîn.

Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên Vahê Gêvorgyan, wextê gotûbêjkirina byûcêya sala 2O22-a, li parlamêntê gotîye. Parlamêntvanê ji fraksîya “Ermenîstan” Armên Rûstamyan daye dîyarkirinê, wekî fikireke vî cûreyî heye: “Naskirin boy xilazbûnê”. “Ez mexsûs nabêjim “Başqebûn boy xilazbûnê”, lê dibêjim “Naskirin boy xilazbûnê”, bona ku ew hukumî ser mafê xweqirarbûnê neke”,-parlamêntvan gotîye û pirsîye ku ew rêzolyûsîya tê gotûbêjkirinê, yan na.

Cîgirê wezîr jî daye dîyarkirinê, wekî wextê herdu şerên Arsaxê, arsaxî nikarin bin kontrola Adirbêcanêda bijîn, çimkî sîyasîya tunekirinê tê mîyaserkirinê. Cîgirê wezîr gotîye, wekî şedetîya wê yekêye here baş ewe, ku  roja îroyîn li ser topraxên bin kontrola Adirbêcanêda ermenî tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button