SerekeSîyasî

Pêşezan derheqa rola Rûsîyayêye nava opêrasîyona tirkaye li bakûrê Sûrîyayê dibêje

Bi texmîn, opêrasîyona Tirkîyayêye li bakûrê Sûrîyayê wê nava wedekî nêzîkda destpê bibe.Wextê wê opêrasîyonê Rûsîya nava merkeza wan bûyarada dimîne. Derheqa wê yekêda sîyasetmedar Andrêy Çûpîrgîn gotîye.

Pêşda kanîya înformasîyon elamî RÎA Novostîyê kiribû, wekî eskerê tirka tevî komên piştgirên xwe dikare roja sêşemê opêrasîyonê li bakûrê Sûrîyayê dijî hêzên Sûrîya Dêmokratîk destpê bike. Sîyasetmedar daye dîyarkirinê, wekî bi texmîn ew yek dikare biqewime, çimkî Êrdogan nava meha derbazbûyîda bi aktîvî xwe hazir kirîye.

Bi gotina wî, van dawîya aktîvîya Damişqê tê kifşê, ya ku dixweze kontrola xwe li ser beşên Sûrîyayêye bakûr bide sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button