H’emû nûçeSereke

Wezîrê Adirbêcanêyî karên der xwe mikur hatîye:Adirbêcanê dijî Qerebagê agrêsîya mîyaser kirîye

Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov şirove kirîye ku bona çi Adirbêcanê rîya leşkerî bona helkirina pirsgirêkê bijart.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Bayramov gotîye ku şuxulkarîya pirsgirêkê hatîye dirêjkirinê û paşdaêxistinê û bo wê yekê jî, anegorî konstîtûsîya Adirbêcanê û qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, anegorî mafê navnetewîyî hûmanîtarî, Adirbêcanê opêrasîya destpê kirîye.

Piştî wê axaftinê hate belavkirinê, wekî wî cûreyî ew agrêsîya hate qebûlkirinê, kîjanêda ew çawa opêrasîyon nav dike. Bi gilîkî, Bayramov xwe mikur hat, wekî Adirbêcanê hemû mafên navnetewî û norm teribandine û dijî binelîyên Arsaxê agrêsîya mîyaser kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button