H’emû nûçeSereke
Dêpartamênta ŞAY elametî belav kirîye

Dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dewletê, girêdayî yeksalîya elamkirina agirbestêra, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, elametî belav kirîye.Elametîyêda serxweşî hatîye dayînê, bona malbetên wan cangorîya, yên ku wextê wî şerî bûne cangorî. Xêncî wê yekê bang hatîye kirinê, ku hemû merivên dîlketî aza berdin.
Bang ji Ermenîstanê û Adirbêcanê hatîye kirinê ku bona helkirina pirsgirêkên girêdayî dew û doza Qerebagêra tevbûna xwe bidine aktîvkirinê, nava wanda usa jî ya bin bandora hemsedirên koma Mînskêda.