
Wezîrê Kurdistanêyî karên hundur rastî hemû sîstêmên hukumatê hatîye bona ku pirsgirêka mîgrantên kurde li ser sînorê Bêlarûsê û Polonîyayê gotûbêjke û rêyekê bona helkirinê bibîne.
“Mîgrasîya tiştekî sadeye, ya ku li herêmên Rojhilata Navîn û Afrîkayê dibe û Herêma Kurdistanê beşeke wêye. Feqet, Herêma Kurdistanê wî alîda baştire, ne ku welatê cînar û niha mîgrasîya himberî salên derbazbûyî nimiz bûye”,-wekîlê hukumata Herêma Kurdistanê Cûtîyar Adil wextê prêss-konfêransa tevî Safîn Dîzayî gotîye.
Safîn Dîzayî sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî Herêma Kurdistanê hazire piştgirîyê bide paşdahatina wan mihacira, yên ku bixwezin bi rezedilîya xwe paşda vegerine Herêma Kurdistanê.
“Emê tu cara wana mecbûr nekin ku ew paşda vegerin. Em bangî Yekîtîya Avropayê dikin ku ew wedelû piştgirîya hûmanîtarî bidine mîgranta, hetanî ku pirsgirêk bê helkirinê”,- Safîn Dîzayî gotîye.