SerekeSîyasî

Fonda Xêrkirinêye Barzanî hazire piştgirîyê bide mîgrantên kurde li ser hidûdê Bêlarûsîyayê û Polonîyayê

Fonda Xêrkirinêye Barzanî hazirîya xwe elam kirîye ku ew dikare alîkarîya hûmanîtarî bide mîgrantên kurd, yên ku li ser sînorê Bêlarûsîyayê û Polonîyayê mane.

Nava elametîya fondêda hatîye gotinê, wekî nava van rojên dawîda cedandin hatine xebitandinê, ku rîya qanûnî bê dîtinê, bona ku alîkarîya hûmanîtarî bighînine mîgranta. Hatîye dîyarkirinê, wekî namên fermî şandine baylozxana Bêlarûsîyayêye li Îraqê, wezîreta Polonîyayêye karên der, wekîltîya Hukumata Herêmê û baylozxana Îraqêye li Polonîyayê, û piştî wê yekê bersivên pozîtîv hatine stendinê.

Fonda Barzanî bangî organîzeyên navnetewî jî kirîye ku tevî wan hevkarîyê bikin û piştgirîya hûmanîtarî bidine mîgranta.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button