H’emû nûçeSereke

Gelo organîzma mêrivda vaksîna dijî koronavîrûsê çiqas wede dimîne?

Doxtirê eyan û xebatkarê têlêvîzîyonê Alêksandr Mîyasnîkov ew behs çawa yên nerast hesab kirine, wekî vaksîna dijî koronavîrûsê hetanî dawîya jîyanê organîzmêda dimîne. Derheqa wê yekêda ewî wextê bernama têlêvîzîyonê gotîye.

Bi gotina wî, ew fikir şaşe,  anegorî kîjanê, piştî stendina vaksînayê derman  nava temamîya jîyanêda organîzmêda dimîne û “ew karê xweyî reş nava organîzmêda dike”.

“Hûn hatine vaksînasîyakirinê, vaksînayê piştgirî daye ku nava organîzmêda şerkarî dijî koronavîrûsê pêşda bê, lê piştî sê-çar hevtîya ew vaksîna oganîzmêda namîne. Usa nîne wekî we vaksîna stendîye û ew nava organîzma weda dimîne”,-doxtir gotîye.

Bi gotina Mîyasnîkov, heger nava organîzma merivê vaksînasîyakirî  tesîrêd başqe pêşda tên, ew yek nava du-sê hevtîyada dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button