Nava du salada nêzîkî 100 000 welatîyên bîyanî erzên xwe dane bona ku ew li Hewlêrê bijîn, bixebitin, yan jî li Herêma Kurdistanê învêstîsîya bikin.Tevî welatên li vê herêmê, usa jî merivên ji Afrîkayê û welatên ereba, usa jî yên ji Avropayê erzên wî cûreyî dane.
Li ber çeva ye ku welatîyên Sûrîyayê bona xebatê tên Kurdistanê.
Kamil Mehmedê gênêral gotîye Kurdistan 24-ê, wekî welatîyên 15 welata her dem erza didin ku îzina jîyîn û xebatêye li Herêma Kurdistanê bistînin. Anegorî hesabên nava van herdu salên dawîda, nêzîkî sed hezar welatîyên bîyanî erzên xwe dane ku ew bikaribin li Herêma Kurdistanê bijîn.