SerekeSîyasî

HSD-ê wekîlên dêpartamênta ŞAY-ye dewletê qebûl kirine

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî nevsên fermî, yên dêpatamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye bi serkarîya cîgirê alîkarê sêkrêtarê dewletêyî prsên Rojhilata Navîn, Îtan Goldrîç qebûl kirîye.

Herdu alîya jî ev hevdîtin girêdyî halê van axirîyayî li Sûrîyayêra derbaz kirine. Dêlêgasîya Ştatên Yekbûyî derheqa girîngîya wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî gerekê îzina êskalasîyayê nedin û agirbestê xweyîkin.Xeberdan usa jî derheqa bi temamî tunekirina DAÎŞ-da çûye.

Tevî wan pirsa  usa jî pirsgirêkên bêqezîyabûn û dîjwarîyên êkonomîkîye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, mecalên alîkarîya hûmanîtarî û cêrge pirsên mayîn hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button