H’emû nûçeSereke

Hêzên Adirbêcanê eşkere êrîşa têrorîstî hindava Ermenîstanêda destpê kirine: parêzerê mafên mêriv

Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî eşkere êrîşa têrorîstî hindava Ermenîstanêda destpê kirine, nava wêda usa jî hindava gundên sîvîle li qeza Syûnîkê.Kirinên wan yên xirabin û ew beşeke sîyasîya azêrîyaye komkujîyêye.Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî  mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî  Facebook-da nivîsîye.

“Piştî şêr, hêzên Adirbêcanê ketine li wan cîha û bi neqanûnî li ser gundên Ermenîstanê û nava têrîtorîya Ermenîstanêda cîhwar bûne.

Ew bi xirabkarîyava mijûl dibin, nava wanda bi kirinên têrorîstîva. Ew berbi gunda agir dikin û bona jîyan û tendurustîya binelîyên sîvîl qezîyayê pêşda tînin.Rûyê kirinên wanda çûyîn- hatina merivaye aza hatîye sînorkirinê.

Parêzerê mafên mêriv pêşnîyar kirîye, ku girêdayî kirinên azêrîyaye têrorîstîra, yên ji 14-ê mijdarêda destpêkirî, lêkolîna mîyaserkin.

12 welatîyên Ermenîstanê dîl ketine, û ev yek kirina  neqanûnîye, çimkî cîhwarbûna azêrîyaye li wandera ya neqanûnîye.

Cabdarîya vê yekê bi temamî dikeve ser serokatîya Adirbêcanê.

Parêzerê mafên mêriv elametîya civaka navnetewîra dişîne”,- nava nivîsara Arman Tatoyanda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button