SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî: Tirkîya nikare piştgirîya navnetewî bibîne

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm  Ebdî,  wextê hevpeyvîna tevî  kanala Al-Hadath-ê, derheqa qezîya êrîşa tirkaye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê xeberdaye.

Ewî gotîye, wekî Moskva û Damişq bi guhdarî dîna xwe didine halê li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, lê Tirkîya dixweze êrîşên nû mîyaser bike. Bi gotina wî, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Rûsîyaye elam kirine, wekî ewê piştgirîyê nedine Tirkîyayê, heger ew êrîşa nû destpê bike, lê Tirkîya bêyî piştgirîya navnetewî nikare êrîş bike.

“Niha em dîyalogê tevî Tirkîyayê derbaz nakin, lê heger Tirkîya ji têrîtorîyayên okûpasîyakirî, yên mînanî Efrînê dûr bikeve, wî çaxî em dikarin hevraxeberdana destpê bikin”,- Mazlûm  Ebdî gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî HSD hazir e tevî prosêsa hevraxeberdanên bona helkirina krîzeya Sûrîyayê bibe. “Têrîtorîyayên  Sûrîyayê gerekê bêne parastinê û hevraxeberdan wê diha hêsa derbazbin, heger wî alîda meriv pirsgirêkê binihêre. Lê paşdahatina rêjîma Esede  li herêma me tiştê bûyînê nîne, em wê yekê înkar dikin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button