H’emû nûçeSereke

Şêwira Avropayê elam kirîye, ku hazir e piştgirîyê bide dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de

Sêkrêtara Şêwira Avropayêye sereke Marîya Pêyçînovîç Bûrîç berbirî Ermenîstanê û Adirbêcanê bûye, ku pirsgirêkê bi rêya edil bidine helkirinê.

Ez, girêdayî vê bûyarêra, xemgînim, rûyê kîjanêda zyana meriva dighîje herdu alîya û ew yek hê berdewam e. Înformasîya derheqa agirbestêda gava silavkirinê ye û ez bangî herdu alîya dikim, ku wê yekê xweykin”,- Bûrîçê gotîye.

Ewê elam kirîye, wekî Şêwira Avropayê derheqa hazirîya piştgirîya xweda elamî hemsedirên koma Mînskê dike, bona ku alî Ermenîstanê û Adirbêcanê bikin, ku pirsgirêk bi rêya edil bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button