H’emû nûçeSereke

Nava helkirina pirsên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda rola Rûsîyayêye dîplomatî mezin dibe:Pûtîn

Pevçûyînên van axirîyaye li ser sînorê ermenîya-azêrîya dane kifşê, wekî hal li vê herêmê hê edil nebûye, û nava vî halîda rola Rûsîyayêye dîplomatî zêde dibe. Derheqa wê yekêda serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî  salekê pêşda, bi saya cedandinên Rûsîyayêye aktîv, şerê li Qerebagê hatîye sekinandinê.

“Feqet, pevçûyînên van axirîyaye li ser sînorên ermenîya-azêrîya dane kifşê, wekî li vê herêmê hal hê edil nîne. Nava karê çareserkirina qewînbûnêda rola aşîtîparêzên rûs mezin e, çawa garanta îzbatkirina rêjîma agirbestê û bêqezîyabûna binelîyên edil”,- Vladîmîr Pûtîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button