H’emû nûçeSereke

Piştî stendina sivderê çawa jî hebe Tirkîyayê her dem qewila pêşda bikişîne: tirkzan

Nava heleqetîyên  Ermenîstanê û Tirkîyayêda pirsên usa hene, wekî Tirkîya her dem qewila pêşda dikişîne.Derheqa wê yekêda tirkzan Andranîk Îspîryan gotîye.

“Wextê cêribandina ewlin, ya normalkirina heleqetîyên tevî Tirkîyayê, wextê ku Tirkîyayê protokolên derheqa wê yekêda îmze kirin, nivîsar bû, wekî heleqetî gerekê bêyî tu qewil-qirara bêne normalkirinê, lê parlamênta Tirkîyayê ew yek qebûl nekir, çimkî Tirkîyayê qewil pêşda kişand, ku çend nehîya bide Adirbêcanê. Tirkîyayê her dem gotîye, wekî tevî Ermenîstanê heleqetîya îzbatke, lê pirsa Arsaxê ewê pêşda dikişand.Piştî şêr jî Tirkîya derheqa îzbatkirina heleqetîyada dibêje, lê piştî teslîmkirina piranîya Arsaxê, niha jî dibêje wekî pirsa sivderê heye. Piştî qedandina her qewilekî, Tirkîyayê her dem qewila pêşda bikişîne:paşdasekinandina ji dewekarîya naskirina komkujîya Ermenî, naskirina peymana Qersê û gelek tiştên mayîn”,-tirkzan gotîye.

Bi gotina Andranîk Îspîryan, fikirdarîya sivderê gerekê nava hevraxeberdanada tunebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button