H’emû nûçeSereke
“Ermenîstan: têla bîranînê”: têlêvîzîyona îtalîye Rai 1-ê fîlma derheqa Ermenîstanêda hazir kirîye

Têlêvîzîyona îtalîye Rai 1-ê fîlma derheqa Ermenîstanêda hazir kirîye. Rojnamevana eyan Stêfanîya Batîstînîyê fîlma wî cûreyîye navkirî bi kadrên derheqa pantêona leşkerî destpê dike.
Ew derheqa şerê 44 rojeda, menî û encamên wêda gilî dike.Nava wî şerîda usa jî derheqa rola Tirkîyayê, bûyarên li Ermenîstanê û li Arsaxêye piştî şêr û halê li ser sînor hatîye raberkirinê.
Fîlmêda usa jî derheqa çand û kûltûra li Ermenîstanê, komplêksa bîranîna komkujîyê, matênadaranê, dêrên ermenî û mîrata ermenîye çandîye li bin kontrola azêrîyada mayî, hatîye raberkirinê.Usa jî hevpeyvînên tevî serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, patryarxê temamîya ermenîya Garêgînê Duem, parêzerê mafên mêriv Arman Tatoyan tên nîşandayînê.