H’emû nûçeSereke

Hejmara dîlên ermenîye 16-ê mijdarê dikare diha zêdebe

Anegorî melûmetîyên fermî, piştî 16-ê mijdarê 13 dîlên ermenî û 24 qulixçîyên leşkerî, yên ku bê ser-berate unda bûne, hene.Feqet, bi gotina Sîranûş Sahakyana mafparêz, ya ku berjewandîyên dîlên ermenîye leşkerî li mehkema  avropîye mafên mêriv raber dike, şedetî hene wekî hejmara dîla dighîje nêzîkî 3O-î merivî.

“Anegorî elametîyên berdest, hejmara dîlketîya dighîje 3O merivî. Dêmek, hejmara 13 ne ya raste, û îdî şedetî hene wekî merivên ku bêser-berate undabûyî tên hesabê, ji wana gelek dîl ketine, û niha ew li Adirbêcanêne”,- Sîranûş Sahakyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button