ÇandSereke

Stiranbêja kurde ji Rûsîyayê Svêtlana Kasyanê alboma xwe pêşkêşî Papê Romayê kirîye

17-ê kanûnê, roja 85 salîya Papê Romayê, alboma dengbêja opêrayêye cahil Svêtlana Kasyanê wê derkeve.Albomê  bisernavê  «Hemû birane» derkeve.Ev xeber badîhewa nehatine bijartinê. Bi van xebera banga Papê Romayê hatîye belavkirinê.

«Heger em hemû zarokên bavekîne, wî çaxî em dikarin hevdura bêjin, ku em birayê hevin»,- Papê Romayê usa hesab dike. Svêtlana Kasyan eva serê çend salaye wekî tevî Papê Romayê nava pêwandîyên başdane.

Svêtlana Kasyan dengbêja Rûsîyayêye opêrayêye. Ew li bajarê Gurcistanêyî Batûmîyê ji dayîk bûye. Esilê xweda ew kurde.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button