Du cêrgên avtomaşîna, nava wanda ji sedî zêdetir avtomaşînên hêzên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ji têrîtorîya Sûrîyayêye Hesekê derbazî Îraqê bûne. Derheqa wê yekêda ajansa SANA-ê ragîhandîye.
Anegorî melûmetîyên stendî, nava cêrga atomaşînaye ewlinda 4O avtomaşînên leşkerî bûne, lê ya duemda 7O. Ew çûne bakûrê Îraqê.Bêqezîyabûna wan avtomaşîna ji hewê helîkoptêrên ŞAY, lê li ser erdê jî hêzên Sûrîya Dêmokratîk dane çareserkirinê.
Ajansê bîr anîye, wekî ji destpêka meha mijdarêda, ji baza li Sûrîyayê, amêrîkîya 27O avtomaşînên wî cûreyî jî derbazî Îraqê kirine.