H’emû nûçeSereke

Pêşezanê rûs: nehîyên Arsaxêye ku derbazî bin kontrola Bekûyê bûne, bona Elîyêv dibin pirsgirêk

Piştî  şerê Arsaxê, îdî salek derbaz bûye, lê  Bekû nikaribûye wan nehîya bide pêşxistinê, yên ku derbazî bin kontrola Adirbêcanê dibe. Derheqa wê yekêda pêşezanê leşkerîyî rûs Pavêl Fêlgêngaûêr gotîye.

“Ew tiştekî dikin, lê binelî paşda venegerîyane li wir, pirsa heyîna mîna hê dimîne. Ew yek bona Elîyêv dibe pirsgirêka sîyasîye mezin. Bi texmîn têra tê dîtinê, wekî li cem ermenîya xerîtên erdên mînkirî hene, kîjana naxwezin bidin. Lê ez li ser wê fikirê nînim, wekî xerîtên diha hûr-hûr hene. Li van nehîya dikaribûn deştên mînkirîye başqe jî hebûna, yên ku bi salên dirêj usa wî cûreyî jî mane. Bi texmîn, Bekûyêra li hev nayê bi temamî wan têrîtorîya ji mîna paqijke, û ev yek pirseke sîyasîye girînge. Heger ew pirs usa maye, usaye Adirbêcan bi pirsa Arsaxêva nikare mijûlbe.Pêşda gerekê nehîyên mayî întêgrasîya bike, lê ew yek nayê kirinê. Bekû naxweze Arsaxê naske û difikire, wekî binelîyên ermenîye li wir gerekê welatvînîya Adirbêcanê qebûlkin, yan jî ji wir derkevin. Arsax wê yekê înkar dike. Ev hal wê çend sala bê xweykirinê û guhartina wî halî wê bûyarên ji sînor derva girêdaîybe”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button