SerekeSîyasî

Serokê hukumata Herêma Kurdistanê bona piştgirîya hindava pêşmergada razalixî elamî Swêdê kirîye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bona piştgirîya hindava pêşmergada, ya nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ê, razalixî elamî Swêdê kirîye.Wextê hevdîtina Barzanîyê serokwezîr û wezîra Swêdêye karên der Ann Lîndê, ya ku bi seredana fermî li Hewlêrê bû, heleqetîyên dualî, bûyarên li herêmê û krîzeya mihaciraye li Bêlarûsîyayê hatine gotûbêjkirinê. Derheqa wê yekêda serokwezîr Barzanî rûpelê xweyî Facebook-da nivîsîye. Wezîra Swêdêye karên der jî rola pêşmergên kurde nava tunekirina DAÎŞ-da bilind qîmet kirîye.Halê li Îraqê, yê piştî hilbijartina jî, hatîye gotûbêjkirinê.

Em bêjin, wekî pêşîya wê yekê Ann Lîndê rastî serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd  Barzanî hatibû û wextê wan rasthatina cêrge pirsên cuda-cuda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button