SerekeSîyasî

Serokatîya Kurdistanê bona Yekîtîya Avropayê hevalkara girînge

Serokatîya Kurdistanê bona Yekîtîya Avropayê hevalkara girînge.Derheqa wê yekêda cîgirê serokê komîsîya Avropayê Margarîtîs Sxînas elam kirîye.

Roja sêşemê Sxînas bi têlefonê tevî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî qise kirîye. Anegorî elametîya hukumata Herêma Kurdistanê, pirsên derheqa mihacirên li ser sînorên Polonîyayê û Bêlarûsê, nava wanda usa jî pirsên derheqa xirabkirina torên xirabkarîyê, yên ku ew meriv gîhandine li wir, hatine gotûbêjkirinê.

Wextê axaftina bi têlefonê,  Mesrûr Barzanî bangî nevsê avropîyî fermî kirîye, ku piştgirîyê bidine mihacirên li ser sînor.

Nêzîkî 4OO mihacirî, bi alîkarîya hukumatê vegerîyane  Îraqê û Herêma Kurdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button