Naskirina komkujîya kurdaye ji alîyê Fransîyayêda girînge
16 parlamêntvanên parlamênta Fransîyayê projeya qanûnê hazir kirine, yên ku bang dikin ku xirabkarîyên rêjîma BAAS-ê çawa komkujîya dijî cimeta Herêma Kurdistanê naskin.
Wekîlê hukumata Kurdistanêyî li Fransîyayê Elî Dolamarî gotîye: “Ev projeya qanûnê derheqa zêrandina cimeta kurddane. Piştî hatina rêjîma BAAS-ê, kurd nava vê yekêra derbaz bûne.Projeyêda hatîye dîyarkirinê, ku çi anîne serê cimeta kurd. Xêncî wê yekê, hatîye dîyarkirinê, wekî dostîya cimetên Fransîyayê û kurd ji sedsala tê, lê pêwandîyên di navbera hukumatên Kurdistanê û Fransîyayêda qewînin”.
Wezîrê hukumata Kurdistanêyî berê Mehmed Îhsan jî ev înîsîyatîva parlamênta Fransîyayê çawa gaveke girîng nav kirîye.
Kampanîya Sedem Husêyne dijî kurda sala 1986-a destpê bûye û hetanî sala 1989-a berdewam kirîye.Nava wî wedeyîda 182 OOO kurd hatine qetilkirinê û 4OOO gund, çar nehîy, 3O nehîyên biçûk, 31OO mizgeft û 1OO dêr hatine wêrankirinê
Ji wî çaxîda li provînsîyayên Îraqêye li merkezê û başûr bi seda mexberên tomerî hatine dîtinê, lê gelek meriv jî hetanî niha çawa yên bê ser-berate undabûyî tên hesabê.