SerekeSîyasî

Sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê silav kirîye

Sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî Antonîû Gûtêrêş hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye sêalî û elametîya wane tevayî qebûlkirî, silav kirîye.

Çawa ku ji ONY-î elam dikin, sêkrêtarê sereke, girêdayî gavên bona bilndkirina qewînbûna li herêmêra şaye.

“Sêkrêtarê sereke ew tabîya organîzeyêye prînsîpyal îzbat dike, wekî aşîtîya wededirêj tenê bi dîyalogê dikarin dest bînin û bangî alîya dike, ku bi wî meremî pirsên helnekirî bi formatên anegor helkin, nava wanda usa jî yên bin bandora hemsedirên koma Mînskê.Organîzeya Netewên Yekbûyî hazire piştgirîyê bide cedandinên wî cûreyî, nava wanda usa jî dayîna piştgirîya hûmanîtarî”,- nava elametîya organîzeyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button