Hêzên kurdaye pêşmerga opêrasîyon dijî çekdarên DAÎŞ-ê, li nêzîkî bajarê Kolacoyê, destpê kirine, li kîderê komên cîhadîsta du roj pêşda êrîş biribûn ser hêzên kurda, nava encamên kîjanêda pênc meriv şihîd ketine, lê çar jî birîndar bûne.Opêrasîyon li sê nehîya tê mîyaserkirinê, li Kelarê, Kifirîyê û Çemçemalê.
Nevsên Kurdistanêye fermî, usa jî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Brîtanîya Mezin û Fransîyayê serxweşî dane malbetên şihîda û ew êrîş gunekar kirine, nava encamên kîjanêda pênc şerkarên kurd şihîd ketine.