H’emû nûçeSereke
Andranîk Koçaryan melûmetîyên derheqa cîguhastina têrorîstada derbazî wekîlê NATO-ê kirîye
Serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye parastinê û bêqezîyabûnê Andranîk Koçaryan elam kirîye,wekî qulixdarîyên Ermenîstanêye mexsûs, wextê şerê Arsaxêyî 44 roje, derheqa cîguhastina têrorîstên ji Sûrîyayê haj pê hebûne.
Bi ragîhandina Armênprêssê, Koçaryan derheqa wê yekêda wî çaxî gotîye,wextê ku endamê fraksîya “Ermenîstîan”-ê Artûr Gazînyan daye dîyarkirinê, wekî li Nexçêvanê komên têrorîstaye ji Sûrîyayê berev bûne.
“Ev melûmetî gîhandine serokatîya welatên anegor, cara dawî min ew desta înformasîya daye şêwirmendê sêkrêtarê NATO”-ê,-Koçaryan gotîye.