SerekeSîyasî

Fermandarê HSD: em bawar dikin, wekî ŞAY dikare kurda û Tirkîyayê li ber sivira hevraxeberdana bide rûniştandinê

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Kobanî elam kirîye, wekî tenê  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dikare alî bike, ku pirsgirêka di navbera kurda û Tirkîyayêda bê helkirinê.

Cêribandina welgerandina dewletêye sala 2O16-a, careke mayîn rêprêsîya destpê kirin, lê vê carê ne tenê dijî kurda, lê dijî wana jî ewê ku dijî serkarîkirina Êrdoganin.Niha Tirkîya dikeve nava sê welatên dinîyayêye mezin, li kîderê nava salên dawîda dereca dêmokratîyayê gelekî kêm bûye.

“Dema ku konflîkta li Tirkîyayê di navbera kurda û dewleta tirkada sert dibe, dewleta tirka dibe alîyê agrêsîv. Ew destpê dikin êrîşa bibin berbi kurdên Sûrîyayê”,-Kobanî gotîye û derheqa okûpasîyakirina Efrînê, Ras Al Aynêda gotîye. Bi gotina Kobanî, Tirkîyayêra wê dijwarbe ku tevî bakûr û rojhilatê Sûrîyayê nava pêwandîyên başdabe.

Heger civaka navnetewî hukumî ser Tirkîyayê bike, bona ku ew derheqa agirbestêda elamke û prosêsa aşîtîyê destpêbe, bona ku li ber sivira hevraxeberdana rûnên û dîyalogê tevî kurda destpêkin, wî çaxî eva rêke nêzîke ku pirsgirêka kurde li Tirkîyayê bê helkirinê”,-Kobanî gotîye.Çawa bersiva pirsa derheqa wê yekêda, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê yekê dikarin bikin, Kobanî gotîye:“Bêguman, em bawar dikin wekî tenê Ştatên Amêrîkayêye  Yekbûyî dikarin vê pirsgirêkê helkin, çimkî Ştatên Yekbûyî tevî me û tevî wan dixebitin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button