H’emû nûçeSereke
Şuxulkarîya vekirina rîya nade kifşê, wekî “sivder” gerekê bê dayînê:Mihêr Grîgoryan
Heger li herêmê rîya hesinî û rêyên avtomobîla bêne vekirinê, ewê bin kontrola Ermenîstanêda bimîne. Derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan gotîye, wextê ku ewî bersiva pirsa “Têlêvîzîyona Civakî” daye.
Cîgirê serokwezîr hinek tişt bi hûrgilî derheqa vekirina rîya hesinî û rêyên avtomobîlada daye dîyarkirinê, kîjan wextê berevbûnên koma xebatêye sêalî hatine gotûbêjkirinê.
“Ez careke mayîn îzbat dikim, wekî şuxulkarîya vekirina rîya têra nabîne ku sivderê bidine kesekî. Him rîya hesinî û him jî rîya avtomobîla wê bin kontrola Ermenîstanêdabe”,-Grîgoryan gotîye.