
Niha li ser sînorên Bêlarûsîyayê û Polonîyayê nêzîkî 2OOO mihacr hene, bi taybetî kurdên ji Îraqê, binelîyên ji Sûrîyayê, Îranê, Afganistanê, Yêmênê, Kamêrûnê û welatên mayîn. Nava wanda gelek jin û azrok hene.Halê wan çiqas diçe xirab dibe, çimkî hewa tê guhartinê, zivstan tê û rûyê sermêda çend meriv îdî wefat bûne.Nava van hevtîyên dawîda serokatîya Bêlarûsîyayê îzin daye ku wekîlên organîzeya hemdinîyayêye pirsên mîgrasîyon,Organîzeya Netewên Yekbûyî û Xaçê Bêlarûsîyayêyî Sor li cem mihacira biqesidin.
Wekîlên Organîzeya Netewên Yekbûyî dîna xwe dane mecalên li wir û ew yek jî gotûbêj kirine, ku kî dixweze bi rezedilî paşda vegere li welatê xwe. Hîvîyêne, wekî ewê piştgirîyê bidin, ku bi teyara hemû mîgranta û mihacira paşda vegerînine welatên wan. Teşkîletên navkirî alîkarîya avê, xurekê zaroka gîhandine mihacirên di navbera sînorada.Hetanî niha hindik meriva xwestine bi rezedilî paşda vegerine malên xwe.