H’emû nûçeSereke
4O % welatîyên ku 18 salên wan demam bûne, doza vaksînayêye ewlin stendîye
4O % welatîyên ku 18 salên wan demam bûne, doza vaksînayêye ewlin stendîye, lê vaksînasîya bi temamî 23,9 % binelîya stendîye. Derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê wextê civîna hukumatê gotîye.
Wezîrê usa jî daye dîyarkirinê, wekî niha lêkolîna wê yekê derbaz dibe, ku bidine dîyarkirinê, ku nava lêpirsînada bûyarên ji koronavîrûsê pêşdahatî, wefatbûna meriva, bidine zelalkirinê. Ewê gotîye, wekî piştî serhevdaanîna lêkolînê, encam wê bêne raberkirinê.