SerekeSîyasî

Mesûd Barzanî: dîyaspora kurd dikare nava piştgirîya gelê xweda rola girîng bilîze /vîdêyo/

Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî elam kirîye, wekî hevraqayîlnebûnên di navbera Kurdistanê û rêjîmên mayînda, girêdayî mafên kurdara, gerekê dijminatîyê nekine di navbera cimeta.

Mesûd Barzanî bi axaftin wextê konfêransa dîyaspora kurdîye ewlin  pêşda hatîye, ya ku li Hewlêrê derbaz bûye, li kîderê cêrge nevsên kurde derecebilind, nava wanda usa jî Mesrûr Barzanîyê serokwezîr û wekîlên dîyaspora kurdaye li welatên der hazir bûne.

“Em dîyaspora kurda, çawa destanîna miletîyêye girîng hesab dikin. Hûn dikarin roleke  girîng nava piştgirîya gelê xweda bilîzin.Hûn dikarin bi xwe bêne organîzekirinê û lobbîngê bona  hewaskarîyên miletîyê mîyaserkin”,-Mesûd Barzanî gotîye.

 Lîdêrê kurd bangî cimeta dîyasporayê kirîye, ku malên xweda çand û kûltûra xwe xweyîkin û pêş bixin, û tevî komên êtnîkî û dînîye mayîn nava aşîtîyêda bijîn.Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî miletê kurd nava dîyasporayêda gerekê zarokên xwe hînî zimanê kurdî bikin, dersên dîrokê û miletîyê bidine wan, bona ku pêwandîyên tevî malê qewînbin. 

Li welatên der gerekê dosta dest bînin,- Mesûd Barzanî gotîye û serda zêde kirîye, wekî dost dikarin piştgirîya mezin bidine karên kurdî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button