H’emû nûçeSereke

Mehkema edaletêye navnetewî Adirbêcan daye borcdarkirinê, ku ew bêqezîyabûna dîlên ermenîye leşkerî bide çareserkirinê

Mehkema edaletêye navnetewî Adirbêcan borcdar kirîye ku gavên rasîstîyêye dijî ermenîya, êrîşên li ser mîrata ermenîye çandî, bidine sekinandinê û dîlên ermenîye leşkerî biparêzin.Mehkemê Adirbêcan daye borcdarkirinê, wekî zordarîyên hindava ermenî û zêrandina wan neyêne kirinê û bêqezîyabûna wan bidine çareserkirinê. Hatîye dîyarkirinê,  ku vandalîzma hindava heykelên ermenîye dîrokî, çandî û ruhanî bidine sekinandinê.

Mehkeme usa jî berbirî herdu alîya , Ermenîstanê û Adirbêcanê bûye, ku ji hemû gavên usa paşda bisekinin, yên ku dikarin halê sert pêşda bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button