H’emû nûçeSereke

Sivder, yan rê?: Yêrêvana resmî dibêje, Bekû ji têmayê dûr ketîye û gefa duxwe

Wezîreta  Ermenîstanêye karên der bersiva elametîya Îlham Elîyêv daye, bi kîjanê serokê Adirbêcanê bi elametîyêva pêşda hatîye û daye dîyarkirinê, wekî ew hîvîyêne ku alîyê ermenî wedê konkrêt, ya vekirina wa gotî “sivdera Zangêzûrê”, bide kifşê.Derheqa wê yekêda “Radîyolûr”-ê elam kirîye.

Kîjanin cudatîyên di navbera “sivderê” û “rê”, û  alîyê ku dewê dike, hîvîya  çiîye?:  Karên  Hovhannîsyanê tirkzan dibêje:

 “Zona bêqezîyabûnê ewe, wextê ku herdu alîyên rê jî tu hêzên leşkerî tunene, binelî tunene, gund tunene û li wandera hêzên aşîtîparêza tên cîhwarkirinê. Meremê Adirbêcanê ewe, wekî rê bistîne û paşê jî  dewa zona bêqezîyabûnê bike”.

Wezîreta Ermenîstanye karên der jî sirîya xweda elam kirîye, wekî Ermenîstanê borcdarî hilnedaye ser xwe, ku bi fikira sivderê rê bide Adirbêcanê û bi wê yekêva  tevayî tu qewil tunebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button