H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê dîna xwe bide ji alîyê Adirbêcanêda mîyaserkirina qirarên mehkema Organîzeya Yekbûîye Navnetewî: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der girêdayî qirarên ji alîyê mehkema edaletêda ,ya Organîzeya  Yekbûîye Navnetewîra elametî belav kirîye:

“7-ê  kanûnê mehkema edaletêye navnetewî, nava doranên konvênsîya navnetewîda qirar belav kirine, girêdayî erzên Ermenîstanêye dijî Adirbêcanê û usa jî Adirbêcan dijî Ermenîstanêra.

Ew qirar cêrge pirsa, yên ji alîyê ermenîda raberkirî didine dîyarkirinê. Ermenîstanê erza xweda şedetî raber kirine, ku dîlên ermenî çi cûreyî bi menîyên rasîzmê  hatine kuştinê û zêrandinê, çi cûreyî mîrata ermenîye çandî tê tunekirinê. Mehkemê têra dîtîye, wekî ew yek dijî mafên ermenîya qezîyaye û Adirbêcan borcdar kirîye:

1.“Wan hemû meriva ji zordarîyê û zîyanê biparêzin, yên ku wextê dew û doza sala 2O2O-î dîl ketine û niha jî li wirin”,

2. “Hemû mecalên pêwîst bidine xebatê ku ji alîyê nevsên Adirbêcanêye fermî û sîstêmên fermîda ew tişt neyêne kirinê”,

3. “Hemû mecala bidine xebatê, ku kirinên xirabe hindava mîrata ermenîye çandî û ruhanî bidine sekinandinê”.

Tiştekî ber çevaye,wekî mehkemê tenê Adirbêcan borcdar kirîye ku mecala bona îzinnedayîna rasîzmê bidine xebitandinê.

Wezîreta Ermenîstanêye karên der guhdarîya endamên koma Mînskê û hevkarên navnetewîye mayîn teglîfî li ser qirara mehkema navnetewî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button