H’emû nûçeSereke

Ajansa pêşkeftina fransî wê şuxulkarîya xweye învêstîsîyone aktîv li Ermenîstanê berdewam bike

Wezîrê fînansa Tîgran Xaçatryan dehê kanûnê dêlêgasîya bi serkarîya bayloza Fransîyayêye li Ermenîstanê Ann Lûyoyê qebûl kirîye. Wextê wê hevdîtinê usa jî serokê beşa  pêşkeftina fransîye li herêmê Rafayêl Jozan  hazir bûye. Hatîye ragîhandinê, wekî Xaçatryanê wezîr pêşkeftina hevkarîya tevî Fransîyayê girîng hesab kirîye. Ewî têzên bernama hukumatêye hîmlî raber kirine û derheqa mecalên pêşxistina heleqetîyên dualîda xeberdaye.

“Lûyoya bayloz nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî ew hazire hevkarîya tevî hukumata Ermenîstanê berdewam bike û pêşxistina heleqetîyên herdu welataye dualî diha zêde bide aktîvkirinê. Baylozê usa jî gotîye, wekî ajansa fransîye pêşkeftinê wê şuxularîya xweye învêstîsyîone aktîv berdewam bike”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button