H’emû nûçeSereke

Mehkema Avropayêye mafên mêriv Adirbêcan borcdar kirîye ku 3O OOO yûro bide Badalyanê ji dîltîyê paşda vegerîyayî

Mehkema Avropayêye mafên mêriv Adirbêcan borcdar kirîye  ku 3O OOO yûro bide Badalyanê ji dîltîyê paşda vegerîyayî. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê Ermenstanêyî berê Êdmon Marûkyan rûpelê xweyî Facebooke-ê da nivîsîye.

 “Îro ji nivîsara  mehkema Avropayêye mafên mêriv stendî em pê hesîyan, wekî Adirbêcanê dijî vê qirarê şikyat nekirîye û nava encamên wê yekêda qirarê qewata xwe stendîye. Mehkemê daye dîyarkirinê, wekî çareserkirina mîyaserkirina vê qirarê şuxulkarîya komîtêya şêwira wezîrên Avropayêye”,-Marûkyan nivîsîye.

Bi gotina wî, mehkemê dabû dîyarkirinê,wekî Adirbêcanê şirovekirina anegor nedaye, ku problêmên Artûr Badalyane pisîxolocî, yên ku piştî dîlketinê pêşda hatine, dîlketinêva girêdayî nînin. Bi vî cûreyî, mehkema Avropayê hatîye ser wê fikirê, wekî teribandina qanûna qewimîye û Adirbêcan borcdar kirîye ku bona zîyana wî merivî 3O OOO yûro bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button