
Teşkîldara derheqa hazirîyên bona derbazkirina fêstîvala sînêma kurdî, ya navnetewîye li Moskvayê, elam kirine. Derheqa wê yekêda li ser malpera fermî, ya “Fêstîvala Moskvayêye kurdî”, hatîye elamkirinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî fêstîvala sînêmayê wê ji 1-ê hetanî 5-ê hezîrana sala 2O22-a derbazbe. Fîlmên fêstîvalê wê ne tenê li Moskvayê, lê usa jî li bajarê Sankt Pêtêrbûrgê bêne raberkirinê. Qebûlkirina fîlma, ji 1-ê kanûna sala 2O21-ê hetanî 14-ê sibata sala 2O22-ye.