H’emû nûçeSereke

Hevdîtina sêalî, ya Nîkol Paşînyan, Şarl Mîşêl û Îlham Elîyêv derbaz bûye: alî çi pevketine?

Li Bryûsêlê hevdîtina sêalî, ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv debaz bûye.

Wextê hevdîtinê şuxulkarîya mîyaserkirina elametîyên 9-ê mijdara sala 2O2O-î, 11-ê çileya sala 2O21-ê, usa jî ya 26-ê mijdarêye sêalî hatine gotûbêjkirinê.

Paşînyanê serokwezîr mîyaserkirina ev elametîyên dîyarkirî girîng hesab kirîye, bi taybetî derheqa pêwîstîya pirsên hûmanîtarîda xeberdaye, pirsên dîlên leşkerî û merivên sîvîle ku li Adirbêcanê tên xweykirinê. Xeberdan usa jî derheqa xebatên vekirina rêyên herêmîda çûye.

Serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Adirbêcanê pevketina derheqa vekirina rîya hesinîda îzbat kirine.Rêya hesinî wê anegorî qanûnên navnetewî bixebite, bin kontrola welatên serbixwe.Ermenîstanê bi rêya hesinî rêya berbi Îranê û Rûsîyayê bistîne.

Xeberdan usa jî derheqa gavên konkrête bona milahîmkirina halê li herêmê çûye. Xêncî wê yekê derheqa mîyaserkirina dêmarkasîyayê û dêlîmîtasîyayêda hatîye dîyarkirinê.

Alî pevketine ku pêwandîyên wî cûreyî berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button