
Wezîrê Ermenîstanêyî perwerdê, zanistîyê, çandê û sportê Vahram Dûmanyan koordînatorê mûzêya Waşîngtonêye Încîlê Cêf Klohan û cabdara pêşkeftina pêşengeha Krîstîn Valovêr qebûl kirine.
Wextê hevdîtinê pirsên derheqa xebatên teşkîldarîyêda, yên bona pêşengeha bi sernavê “Ermenîstan û Încîl”, hatine gotûbêjkirinê.
Meremê me ewe, ku em dîroka Ermenîstanê û cimeta ermenîye mesîhîtîyê raberî civaka Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bikin”,-koordînatorê mûzêya Waşîngtonêye Încîlê Cêf Klohan gotîye.