H’emû nûçeSereke

Qirara mehkema navnetewî hukumî ser Adirbêcanê kirîye: Yêgîşê Kîrakosyan

Wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv Yêgîşê Kîrakosyan gotîye, wekî hemû mêxanîzmên navnetewî gerekê bidine xebatê bona ku Adirbêcan hemû dîlên ermenî paşda vegerîne.

Armênprêssê ragîhandîye,wekî sêkrêtarê fraksîya parlamêntêye “Ermenîstan” Arsvîk Mînasyan  pirs daye, ku li mehkema mafên mêriv çi xebat tên kirinê. Kîrakosyan gotîye, wekî niha çend şuxulkarî, girêdayî dîlên ermenîra, li mehkema avropî tên kirinê.

“Li mehkema avropî, ji wedê şêr destpêbûyî hetanî roja îroyîn, me gelek erze raber kirine, yên ku derheqa mafên dîladanin. Bi van şuxulkarîya, alîyê azêrîya dijî qirarên mehkemê derdikeve, çimkî ew wede didine teribandinê û înformasîya hindik didin. Li mehkema navnetewîye edaletê jî proses pêşda diçe, li kîderê qirareke başqe heye”,-Kîrakosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button