H’emû nûçeSereke

Alîkarê Baydên girêdayî sertbûna wî halîra, yê di navbera Bekûyê û Yêrêvanêda, xemgînî elam kirîye

Alîkarê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî alîyê bêqezîyabûnêda Cêyk Salîvan, wextê hevdîtina tevî serokê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan, xemgînîya xwe elam kirîye girêdayî wî halê sertra, yê ku di navbera Bekûyê û Yêrêvanêdane. Derheqa wê yekêda nava elametîya wekîla şêwira Mala Sipîye bêqezîyabûnê Êmîlî Hornêda hatîye gotinê.

“Salîvan daye dîyarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî jî bona aşîtî, bêqezîyabûn û gulvedana Ermenîstîanê û Qafqasîya Başûr borcdare. Ewî xemgînî girêdayî halê sertra elam kirîye, yê ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêdane, û daye dîyarkirinê, wekî her cîleqandina leşkera û sînorên neqirarkirî tiştê provokasîyone û bêcabdare”,-nava elametîyêda hatîye gotinê. Horn bi hûrgilî nedaye dîyarkirinê ku hevdîtin li kîderê derbaz bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button