H’emû nûçeSereke
Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî Eyda Êzîd pîroz kirîye
Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî, girêdayî Eyda Êzîdra, hemû kurdên êzîdî pîroz kirîye.
«Girêdayî Eyda Êzîdra, ez pîrozbahîyên here germ didime xwîşk û birayên xweye êzdîye li Kurdistanê û li temamîya dinîyayê.
Ez hêvîdarim, wekî ev cejin wê xweşbextîyê, aşîtîyê û bêqezîyabûnê bona xwîşk û birayên meye êzdî bîne û hemû zêrandinên wan bide sekinandinê.
Kurdistan cîhê aramîyê û dîyanetêye cuda-cudaye, û emê kûltûra biratîyê û yekîtîya komên êtnîk xweykin»,-Mesûd Barzanî gotîye.