Vaksînasîya tûrîsta tîne Ermenîstanê
Nava malperên sosîyalîda meriv dikare derheqa wê yekêda gelek tiştî bibîne, li kîderê dipirsin, ku gelo welatîyên bîyanî dikarin li Ermenîstanê bên vaksînasîyakirinê. Pirsên wî cûreyî hîmlî yan xebatkarên hevaltîyên tûrîstî, yan jî qewim-pismamên merivên ku dixwezin vaksînasîyabin, didin.
Sputnik Armênîyayê daye zelalkirinê, wekî li cîhên vaksînasîyakirinê bi rastî tûrîst hindik nînin, yên ku bona vaksînasîyayê tên Ermenîstanê. Malbeta ji Rûsîyayê hatî gotîye, wekî ew bona vaksînasîya bi vaksîna “Moderna ”–ê ji Rûsîyayê hatine Ermenîstanê. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî kurê wan li Ştatên Yekbûyî hewcê qencbûnêye, û bona çûyîna li xistexwenê hema xût vaksîna “Moderna”–ê lazime bona ku destûra çûyîna li Ştatên Yekbûyî bistînin.Wana daye dîyakirnê, wekî ewê mehekê jî li vir bijîn bona ku doza vaksînayê bistînin û paşê herine Ştatên Yekbûyî.
Hevaltîyên tûrîstîyê jî gotine, wekî welatîyên Îranê û Rûsîyayê bi komên mezin tên Ermenîstanê, yên ku vaksîn Moderna yan jî AstraZeneca-e distînin, bona ku sala nûda herine Avropayê.